Li devera Raperîn keseka dî bi Koronayê canê xwe ji dest da

Keseka helgira Vayrosa Koronayê li devera Raperîn canê xwe ji dest da û bi vê yekê jî hejmara tevaya wan kesê li wê deverê bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane gehişte 13 kesan.

K24- Hewlêr

Keseka helgira Vayrosa Koronayê li devera Raperîn canê xwe ji dest da û bi vê yekê jî hejmara tevaya wan kesê li wê deverê bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane gehişte 13 kesan.

Rêveberîya Tenduristîya Raperîn di ragehandinekê de aşkera kir, Evro Dûşembîyê 13/7/2020 hevwelatîyeka dî li sinûrê rêveberîya Raperîn bi nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest da. Koçkirî jineka temen 67 salî û rûniştvana bajarê Raneye bû.

Tenduristîya Raperîn aşkera jî kir, heya niha 13 kes lli wê deverê bi sedema Koronayê canên xwe ji dest daane, ku 7 jin û 6 zelam bûn.

 Li gor amaran, heya niha li devera raperîn 322 kes tûşî Koronayê bûne, 118 jin, 197 zelam û 7 zaro.

Her li gor wê amarê 70 ji tûşbûyên Koronayê li devera Ranye baş bûn e.