Sê endamên Şora ya Îranê bi Koronayê canên xwe ji destdan

Îsa Ceiferî, endamê Civata Şora ya Komara Îslamî ya Îranê bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da. Heya niha ev sêyem endamê Şora ya Îranê ye, bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dide.

K24- Hewlêr

Îsa Ceiferî, endamê Civata Şora ya Komara Îslamî ya Îranê bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da. Heya niha ev sêyem endamê Şora ya Îranê ye, bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dide.

Mehemed Husên Ferheng, gotebêjê Civata Şora ya Komara Îslamî ya Îranê ragehand, hefteya bûrî pişkinîn bo 100 nwêneran hate kirin û ji evê hejmareyê 9 kes tûşî Koronayê bûne.

Ji 5ê evê mehê ve, hikumeta Tehranê biryar daye, li tevaya fermangeh û cihên giştî de, demamik bihên bikarhînan.

Roja 7ê evê mehê jî, Fatîme Rehber, endama Civata Şora ya Komara Îslamî ya Îranê bi Koronayê canê xwe ji dest da.

Heya niha 23 endamên Civata Şora ya Koroma Îslamî ya Îranê tûşî Koronayê bûne û ji evê hejmareyê 3 endaman canên xwe ji dest dane.