Li Silêmanîyê 7 kesên din bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dan
Rêvebreîya giştî ya Tenduristî ya Silêmanîyê ragehand, evro 7 kesên din li sinûrê parêzgeha wan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane.
K24- Silêmanî
Rêvebreîya giştî ya Tenduristî ya Silêmanîyê ragehand, evro 7 kesên din li sinûrê parêzgeha wan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane.
Di ragehandinekê de, Ebdullah Ehmed, cêgirê rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê û hevdem serokê tîma veşartina termên qurbanîyên Vayrosa Koronayê aşkera kir, çar ji wan kesên evro bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane xelkên nav bajarê Silêmanîyê ne û sêyên din jê xelkên derdorên bajarî ne.
Herweha tekez kir û bi hevwelatîyan re ragehand, tenê xweparaztin amaran kêm dike.
Her evro jî, Dr. Sebah Hewramî, rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê ragehandibû, pêla Koronayê li Silêmanîyê ber bi aramîyê ve diçe heker hevwelatî xweparêzîyê bikin. Di dahtî de nûçeyên dilxoşker derbarê amarên Koronayê dibihîstin.