Bi rêya 39 xalalan çaksazî di Wezareta Pêşmerge de dihête kirin

Wezarta Pêşmerge di çarçove ya yasa ya çaksazîyê de bi rê 39 xalan ve, çaksazîyê di wezaretê, Yeke ya 70 û 80 de dike. Giringtirîn çaksazî jî evin: yekxistina yekeyên jimêryarî, xanenişînî, pêdaçûn bi pile ya serbazî, hejmara pasewanan û kilêşeya lîwayan.

K24- Hewlêr

Wezarta Pêşmerge di çarçove ya yasa ya çaksazîyê de bi rê 39 xalan ve, çaksazîyê di wezaretê, Yeke ya 70 û 80 de dike. Giringtirîn çaksazî jî evin: yekxistina yekeyên jimêryarî, xanenişînî, pêdaçûn bi pile ya serbazî, hejmara pasewanan û kilêşeya lîwayan.

 Di vî bwarî de, Ferîq Camel Îminkî, supsasalarê Pêşmerge di bêje: Çaksazîyên evê wezaretê gelek hûrin û gelek dem jî divêt. Bi rêya çend komîteyan pêngavên çaksazîyê destpêkirine û 39 xal bo çaksazîyê hatine dîyarkirin, pişkek ji wan xalan ketine di bwarê cîbicîkirinê de. Ji wan jî guhertina kilêşe ya lîwayan û wezaretê û bi elktronîkirina pişkek ji dezgehên wê wezaretê.

Hevdem  Rêvîng Hirûrî, serokê Komîteya Pêşemerge di perlemana Kurdistanê de,  tekez dike: Hevpeyamanîya Nêvdewletî serperiştîya çaksazîyan dike û daxwaza piştgîrîya sîyasî jî bo çaksazîyên wezaretê dike.

Tekez dike, çaksazîyên Wezareta Pêşmerge, herdû yekeyên 70 û 80 vedigire. Ev jî bi yeke ji pêngavên mezinên çaksazîyê dihête danan, lê pêwîstî bi rêkkevtina sîyasîye.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser çend xalên çaksazîyên Wezareta Pêşemerge li gel wê wezaretê civîya ye. Di vî bwarî de biyar hate dan, li gor pilaneka demê hemû ew mijarên hanê ku girêdayî çaksazîyê ne, di bwarên Yekxistin û rêkxistina yekeyên jimêryarî, rêkxistina kilêşeyî, mîlaka wezaretê, pileya serbazî, babetên xanenişînê, dosêya şehîdan, kêm endman li gor yasaya çaksazîyê, pirojeya hevpişka hevpeyamanan û Wezareta Pêşmerge bihên cîbicîkirin.