Wezîrê Tenduristîyê: Serokê hikumetê pêşxistenek bexşîye wan pizîşk û karmendên nexweşên Koronayê çareser dikin

Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî, supasîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir, bo bexşîna pêşxisteneka fermanberîyê bi hemû wan pizîşk û karmendên di rûbirûbûna Koronayê kar dikin.

K24- Hewlêr

Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî, konfiraseka rojnamevanîyê derbarê rewşa Vayorsa Koronayê encamda û di destpêkê de,s upasîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir, bo bexşîna pêşxisteneka fermanberîyê bi hemû wan pizîşk û karmendên di rûbirûbûna Koronayê kar dikin.

Puxteya axivtinên wezîrê Tenduristîyê:

  • Supasî ya serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin bo bexşîna pêşxistinê di pileya fermanberîyê de, bo hemû pizîşk û karmendên di rûbirûbûna Koronayê kar dikin.
  • Wek wezareta Tenduristîyê supasî ya karmendên kerta Tenduristîyê û pizîşkan dikin.
  • Serê rêz û newazişê bo wan kesan diçemin ewên bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane.
  • Heya niha 350 kes di kerta Tenduristîya Herêma Kurdistanê de tûşî Koronayê bûne.
  • Daxwaz ji hemû alîyan dikin, tika dikin xwe biparêzin, ev yek di berjewendîya hewe û xelkên Kurdistanê de ye.
  • Xweşbextane hejmareka mezin ji tûşbûyên Koronayê baş bûn e, lê zêdetir ji 4 hezar halet li jêr çareserîyê ne.
  • Dû rênimayî yên gelek giring hene, yeke, dûrbûn ji hevdû û dûyem danana demamkê.
  • Komîte ya Bilinda Koronayê biryar da, rêjarên xweparêzîyê berdewam bin û helmeteka mêdya ya hoşyarî ya tenduristî radigehin. Wezareta Tednuristîyê, Roşenbîrî û Fermangeha Mêdya û Zanyarîyan evê helemetê birêve dibin.
  • Ev nexweşî gelek metirsîdare bo ewan kesên rewşa tenduristîya wan necêgîre.
  • Komîteya bilind biryar da berdewam be li ser piştîvanîkirina Wezareta Tenduristîyê bo dabînkirina pêdawîstîyên Tenduristîyê. Heya niha 95% ji alîyê hikumetê ve hatîye dabîn kirin.
  • Dana sûpasnameyê pêşxistinê bo karmendên kerta Tenduristîyê.
  • Qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de berdewam dibe.
  • Biryara kerentînkirin di mal de hat derkirin, hinek kes dikare di mala xwe de xwe kerentîn bike, ewên geştayrên derê ne dikarin xwe di mala xwe kerentîn bikin.