Hejmara pêketiyên Koronayê li Dîlok, Riha û Diyarbekirê zêde ne

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Wezîrê Tendirustiyê jî parêzgehên hejmara pêketiyan lê zêde aşkere dike.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 8 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 382 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 214 hezar û  1 kesî bi Koronayê ketine.

Diyar kir jî, Di 24 demjimêrên dawîn de bi başbûna 1 hezar û 56 kesan, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 195 hezar û 671 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê diyar kir jî, herî zêde hejmara pêketinan li wan e: Stenbol, Enqere, Dîlok, Riha û Diyarbekirê ne.

 

S. B