Serokê Hikûmetê wîstgeheke eliktirîkê bikar dixê
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, rêûresma bikarxistina wîstgeha eliktirîkê Xebat birêve diçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, rêûresma bikarxistina wîstgeha eliktirîkê Xebat birêve diçe.
Pêştir bi hewla Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tîmeke Koryaya Başûr ji bo bikarxistina wîstgeha eliktirîkê Xebat hatibûn Hewlêrê û du qonaxan kar li wê wîstgehê kiribûn. Ev jî piştî wê tê, 40 milyon Dolar ji bo bikarxistina wîstgehê hatibû texankirin.
Wezareta Eliktirîkê diyar kir, bi temamkirina karên wê wîstgehê, birê 150 mîgawat eliktirîk zêde dibe. Bi vê yekê jî demjimêrên eliktirîka niştimanî di vê werzê Havîna germ de zêde dibe.
S. B