Li Diyabekir û Dîlokê 55 endamên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin

Zêdetirên wan jin 55 endam û rêvebirên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarên Diyarbekir û Dîlok’ê di 14’ê Tîrmehê de, bi operasyonên hemwext ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hat lidarxistin de; heta niha zêdetirên wan jin, 55 endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hatin binçavkirin.

Li ser binçavkirina siyasetmedaran, li avahiya DBP ya Diyarbekirê daxuayniyek hat belavkirin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz daxuyand ku li Diyarbekirê hemû ji wan jin 22 kes, li DÎlokê jî zêdetirên wan jin 33 kes heta niha hatine desteser kirin û da zanîn k udi derheqê gelek endam û rêvebirên wan de jî biryara lêgerîşnê heye û dive ku dester kirin zêdetir bibin.

Hevseroka DBP’ê ragihand ku desthilatdariya ku ji şirîkatiya Partiya Dad û Geşepêdanê Ak-Partî û MHP’ê pêk tê, polîtîqayên tundrew û tune kirinê birêxistine û her roj bi ser endam û rêvebirên partiyên wan de operasyon tên lidar xistin. Salîha Aydenîz anî ziman ku dê ji têkoşîna xwe ya ji bo jinparêzî, xwezaparêzî û demokrasiye paş de gav neavêjin û heta ku evzext û pêkutî bên şikestin jî berxwedana xwe bidominîn.

 

S. B