3,784 tûşbûyên Koronayê li Îraqê baş bûn
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara bandora Varosa Koronayê li Îraq di 24 demjimêrên burî de belav kir û ragehand, 3,784 kes ji tûşbûyên Koronayê baş bûne û 2,022 kes jî tûş bûn e.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara bandora Varosa Koronayê li Îraq di 24 demjimêrên burî de belav kir û ragehand, 3,784 kes ji tûşbûyên Koronayê baş bûne û 2,022 kes jî tûş bûn e.
Herweha di 24 demjimêrên burî de, 95 tûşbûyan jî canên xwe ji dest dan e.
Li gor ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîya Îraqê heya niha 50,782 kes baş bûne ji wê nexweşîyê. Hejmara tûşbûyan jî li Îraqê gehiştîye 81,757 kesan û 3,345 kesan jî bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan e.