8 kesên din bi Koronayê canên xwe ji dest dan
Rêveberîya giştî ya Tenduristîya Silêmanîyê can jidestdana 8 kesên din li sinûrê wê parêzgehê bi sedema Vayrosa Koronayê ragehand.
K24- Silêmanî
Rêveberîya giştî ya Tenduristîya Silêmanîyê can jidestdana 8 kesên din li sinûrê wê parêzgehê bi sedema Vayrosa Koronayê ragehand.
Di ragehandinekê de, Ebullah Sengawî, cêgirê rêvebrê Tenduristîya Silêmanîyê ragehand, cihê daxê ye, evro 8 kesên din bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan.
Aşkera jî kir, ji wan 8 qurabanîyan 6 kes rûniştvanên navenda bajarê Silêmanîyê ne, yek rûniştvanê qezaya Seyîd Sadiq e û yê dî jî xelkê Çemçemal e.