Desthelata Dadwerîya Îranê: Sîxurekê (CIA) hate lisêdaredan

Desthelata Dawerî ya Îranê, evro Sêşembîyê ragehand, Me kesek lisêdare daye ku tuhmeta sîurîkirinê bo Dezgeha Hewlgirîya Emerîyayê (CIA) li ser hetîte çespandin.

K24- Hewlêr

Desthelata Dawerî ya Îranê, evro Sêşembîyê ragehand, Me kesek lisêdare daye ku tuhmeta sîurîkirinê bo Dezgeha Hewlgirîya Emerîyayê (CIA) li ser hetîte çespandin.

Ajansa Nûçeyên Tesnîm a Îranî ji zardevê gotebêjê Desthelata Dadwerîya Koromara Îslamî ya Îranê, Xulam Husên Îsmayîlî  belav kirîye, hefteya burî, Reza Eskerî hatîye lisêdaredan  ku fermanberê xanenişîn e li wezareta berevanîya Îranê.

Gotebêjê Desthelata Dadwerîyê got jî: Eskerî li 2012yê hatibû xanenişîn kirin, lê peyweendî kirbû bi hewelgirîya Emerîkayê. Pişkek ji zanyarîyên taybet bi bernameya mûşekî yên Îranê firotîye hewalgirîya Emerîkayê û piştî girtina wî û dadgehîkirina wî, tuhemet li ser hatin çespandin û hefteya bûrî hate lisêdaredan.

Herweha behsa wê yekê jî kirîye, siza ya lisêdardanê li ser sîxurekî dî jî hatîye dan bi navê Mûsewî Mecd, lê heya niha siza nehatîye cîbicîkirin.

Ajansa hewalgirîya serbazî ya ser bi wezareta berevanîya Emerîkayê ragehandibû, Îranê bernameyaka mezin heye bo pêşxistina mûşekên xwe. Tevî van hemû fişar û siza yên bi ser Îranê re hatine sepandin, lê hêj cibexaneyên mûşekên balistî yên wê ji rûyê corî, çendî û qewareyê mezintir dibin.

Çend sal in Îran bangeş dike bo corekê ji operasyona dezgeha hewalgirîya xwe ku dijî torên sîxurî di welatê xwe de encam dide.

Pişkek ji çavdêr û rêkxistîyên nêvdewletî Tehranê bi wê yekê tuhmetbar dikin, ku dadgehîyeka dadperwerane  bo wan tuhmetbaran nake ku bi tuhmeta sîxurîkirinê bo welatên girhêz,  ji wan jî Emerîka, wan digire.

Rêkxistîya mafên mirov li Îranê tekez dike, ku di nêve ya yekema sala 2019yê Tehranê siza lisêdaredanê bi ser 110 kesan re encam daye.

Li Xizîrana burî jî, Dageha Îranê sizaya lisêdaredanê bi ser kesekî re bi navê Mehmûd Mûsewî  sepand bi tyhemeta sîxurîkirinê û aşkerakirina cihê ceneral Qasim Suleymanî, fermandarê berê yê Feyleqa Qudsa Supayê Pasdarên Komara Îsalamî ya Îranê. Ku li berî sipêdeya 3/1/2020 li gel Ebu mehdî Muhendis fermandarê hêzên Heşda Şeibî li Îraqê li rê ya firokexaneya nêvdewletîya Bexda kirin armanc û hatin kuştin.