Bizava Daişê li parêzgeha Dîyala zêde bûye

Dema sê salane Îraq sebaz û çekdarên Heşda Şeibî bi bîyanû ya jinavbirina bizava Daişê kom dike li deverên Kurdistanî yên derve ya rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistanê, lê bi vajîya armanca Îraqê, berdewam bizav û çalakîyên Daişê berev zêdebûnê diçe, I taybet li sinûrê parêzgeha Dîyala.

K24- Xaneqîn

Zêdebûn bizavên Daişê mezitirîn zîyan bo Kurdên deverê hebû ye. di dema 3 salên burî de, bi sedean hevwelatîyên Kurd bûyîne qurabnî û rûniştvanên zêdetir ji 30 gundên Kurdan aware bûne.

Derbarê evê yekê, Arif Adil, rêvebrê nahye ya Cebare ya ser bi qeza ya Xaneqîn hoşdarîyê dide hevwelatîyan û cotyarên Kurd û dibêje: Bi ti awayekê piştî rojavbûnê wan rê û zevîyên çandinê bikar nehînin ku dikevin derve ya desthelata hêzên Pêşmerge.