Jineka Êzdî û kurê wê ji kempa Holê hatin rizgarkirin

Piştî derbazkirina çend salên dijwar li jêr destên Daişê, Sahîre û Hewanê kurê wî hatin rizgarkirin.

K24- Duhok

Piştî derbazkirina çend salên dijwar li jêr destên Daişê, Sahîre û Hewanê kurê wî hatin rizgarkirin.

Sahîre Qasm, temenê wê 27 sal in û Heywanê Kurê wê jî temen 7 sal in, xelkên komelgeha Telbenat in li rojehlata Çîyayê Şengalê. Li sala 2014yê li gel 20 endamên din yên malbata wê ji alîyê çekdarên Daişê ve hetuin revandin. Ku niha 15 kes ji wan çarenivîsa wan ne dîyare.

Heywanê kurê Sahîreyê temenê wî tenê yek sal bû dema hatin revandin, pişt rizgarbûna wan li kempa Holê, dema rojane li malên Êzdîyan in li Rojavaya Kurdistanê.

Kempa Holê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî li nêzîk bajarokê Hol li ser sinûrê Îraq û Suriyêli destpêka sala 1991 hatîye duristkirin. Bi hezaran ji awareyên şer di nav wê kempê de akincî ne û pişkek ji wan kesûkarên çekdarên Dişê ne, ku Sahîre û kurê wê li gel wan desteser bûne.

Ev jina Êzdî li gel destpêkirina şerê Baxozê, ku bi yek ji dijwartirîn şerên Daişê li Sûriya dihê nasîn, hwil daye xwe derbaz bike û rizgar bike.

Mahir Mehmûd, hevjînê Sahîreyê bi Kurdistan 24 re ragehand, zêdetir ji salekê ye,r rojane di hewil de bûyîn heyam me karî wan rizgar bikin û bi hevkarîya nivîsîndgeha rizgarkirina revandîyan li Duhokê, em serkevtin.

Mahîr amaje bi wê yekê dike, ku wan zanyarî hene hejmareka mezin ji kesûkarên wan di wê kempê de ne, lê nekarin wan rizgar bikin.

Li gel destpêka hatina Daişî bo Şengaê, 6,417 kes hatin revandin. Ji evê hejmareyê heya niha 3,530 kes hatine rizgarkirin û hêj 2,887 kes bi sorxin.