Îranê 10 sal zîndan da mamosteya zimanê Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê
Mamostaya Zimanê Kurdî û çalakavana sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve, sizaya 10 sal zindan lê hat sepandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Mamostaya Zimanê Kurdî û çalakavana sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve, sizaya 10 sal zindan lê hat sepandin.
Malpera Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (Hengaw) belav kir, mamosteya zimanê Kurdî û berpirsa Encûmena Fermangeha Komelaya Nûjîn Zara Mihemedî, piştî 7 mehan ji azadkirina wê bi awayekî demkî, ji aliyê dezgeha dadwerî ya Îranê ve 10 sal zîndan li ser wê hatin sepandin.
Wê malperê diyar kir, siza ji aliyê Liqa Yek a Dadgeha Şoreşê li bajarê Sineyê, bi tometa avakirina grûpekê li dijî asayişa welat, cezayê 10 sal zindanîkirinê li wê hatiye sepandin.
Zara Mihemedî roja 23ê meha Gulana 2019an di mala bavê xwe de li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin. Zara Mihemedî piştî mana çend mehan di zîndanê de dana 700 milyon Tumenê Îranê, roja 11 Mijdara 2019an bi awayekî demkî hatibû azadkirin.
Zara Mihemedî 28 salî ye û ji dayikbûna gundê Serawle yê ser bi parêzgeha Sinê ve ye, ji 10 salan ve wek çalakvaneke sivîl li gundên Sinê waneyên zimanê Kurdî dide û berî 6 salan jî yek ji damezirêna rêxistina Nûjîn e. Piştre jî wek Rêvebera wê rêxistinê hat hilbijartin.
Encûmena Nûjîn rêxistineke civaka sivîl e ku ji aliyê hejmarek keç û xortên Kurd ve hatiye damezrandin û di warên çandî û civakî de li çend bajarên parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê çalakiyan dike.
S. B