Hevşaredara Giyadînê hate girtin
Hevşaredara HDP'ê ya navçeya Giyadîn ya Agiriyê ya li cihê wê qeyûm hat danan, hat zîndankirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevşaredara HDP'ê ya navçeya Giyadîn ya Agiriyê ya li cihê wê qeyûm hat danan, hat zîndankirin.
Hevşaredara HDPê ya Giyadînê Betûl Yaşar bi biryara dadgeha nobedar a Agiriyê hate girtin.
Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, duhî li cihê Hevşaredara HDP'ê ya navçeya Giyadîn, qeyûm hatibû danan.
Betûl Yaşar pêr 13ê Tîrmehê di çarçoveya operasyona dijî endam û rêveberên PKKê de hatibû binçavkirin.
Piştî binçavkirina betûl Yaşar, polîsan girtin ser avahiya şaredariyê jî. Ligel Yaşar, sê kesên din jî binçav kiribûn.
S. B