Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Bexda û Hewlêrê dike
Wezîrê Derve yê Fransayê sibe digihe Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Fransayê sibe digihe Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.
Wezareta Derve ya Fransayê belav kir, sibe Pêncşemê Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian serdana Iraqê de û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ve pêşwazî lê tê kirin û bi hev re konferanseke rojnamevanî lidar dixin.
Piştî Bexdayê, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.
Di destpêka îsal de, medyaya Fransayê belav kiribû ku Wezîrê Derve yê Fransayê di meha Tîrmehê de serdana Iraqê dike û bi berpirsên wî welatî re pêwendiyên dualî û hin babetan guftûgo dikin.
Sala bûrî jî Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re civiyabû.
S. B