Li Îranê 179 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 179 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 179 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê, Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 521 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 179 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê 262 hezar kes derbas kiriye û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 13 hezar û 211 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 225 hezar û 270 nexweşên Koronayê baş bûne, lê rewşa 3 hezar û 389 nexweşan jî xirap e.
S. B