Li Îranê 199 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 199 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îran û  Rojhilatê Kurdistanê 199 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan. 

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 388 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 199 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 264 hezar û 561 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 13 hezar û 410 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 227 hezar û 270 nexweşên Koronayê baş bûne.

 

 S. B