Konsolê Tirkiyê: Dixwazin pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê bihêztir bikin
Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe di warên cuda de bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe di warên cuda de bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike.
Konsolê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay îro li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Sala bûrî wek vê demê, dema Serokwezîr Mesrûr Barzanî hikûmet pêk anî, me hêviya serkeftinê jê re xwast û me pîrozbahî lê kir”.
Konsolê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê got jî: “Dixwazin pêwendiyên me di hemû waran de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berfirehtir bibin, di warê rûbirûbûna terorê, bazirganî û geştiyariyê de, bêgûman bi hewla herdu aliyan, pêwendî bi pêş ve dibin.”
Karaçay konferansa rojnamevanî bi boneya salvegera çaremîn a hewla derbeya serbazî 15ê Tîrmehê lidar xist, ku li wî welatî bi “Roja Demokrasî û Yekîtiya Netewî” tê naskirin. Di konferansê de jî tekez kir, Konsolxaneya Tirkiyê ji bo her hevkarî û piştevaniyê bi armanca bihêzkirina pêwendiyan amade ye.
S. B