Wezareta Tendirustiyê: Bila başbûyên Koronayê plazmaya xwîna xwe bibexişînin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê belav kir, yek riyê çareseriyê ji vîrusa Koronaya nû COVID-19, wergirtina plazmaya xwîna başbûyekî wê nexweşiyê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê belav kir, yek riyên çareseriya ji vîrusa Koronaya nû COVID-19 ew e, wergirtina plazmaya xwîna başbûyekî wê nexweşiyê ye.
Wezareta Tendirustiyê aşkere kir, niha hejmareke mezin ji nexweşên giran, pêwîstiya wan bi plazmaya xwîna başbûyekî wê nexweşiyê heye.
Wezareta Tendirustiyê daxwaz ji başbûyên Koronayê yên 28 roj di ser başbûna wan re derbas bûne dike, serdana bankên xwînê bikin û plazmaya xwe bibexişînin. Ev bexişandin, xizmeteke mirovî û xêreke mezin tê hejmartin.
Ev di demekê de ye, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 9 hezar 876 kesan, ji wan 352 kesan canê xwe jidest dane û 5 hezar û 404 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.
S. B