Li Îraqê 87 kesên din bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara bandora Vayros Koronayê, di 24 demjimêrên burî de, li seranserî welat bi herêma Kurdistanê ve jî, belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara bandora Vayros Koronayê, di 24 demjimêrên burî de, li seranserî welat bi herêma Kurdistanê ve jî, belav kir.

Li gor ragehandina Wezareta Tenuristîya Îraqê, li 24 demjimêrên burî pişkinîn bo 15 hezar û 185  gumalêkirîyên helgirên Vayrosa Koronayê hatine encamdan û derket ku 2hezar û 110 kesên tûşî wê Vayrosê bûne.

Wek di wê ragehandinê de hatîye, 87 kesan jî bi sedema wê nexweşîyê canên xwe ji dest dan e. hevdem 1839 kes jî, ji wê nexweşîyê baş bûn e.

Heya niha hejmara tûşbûyên Koronayê li seranserî Îraqê gehiştîye 83 hezar û 867 haletan.  Ji evê hejmareyê jî 3 hezar 432 kesn bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane û 52 hezar û 621 kes jî bi temamî baş bûn e. Niha 27 hezar û 814 kes li nexweşxaneyan li jêr çavdêrîya pizîşkî man e. ji evê hejmareyê jî 374 kesan bi sedema naakincî rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya çir de ne.