Agir bi bendera Buşehir a Îranî ket

Ajansa Nûçeyên Royterz ji mêdyayên Îranî veguhaztî ye, agireka mezin bi bendrê Bûşehir a Îranî ketîye û bi wê sedema sê gemîyên li wê benderê rawestabûn agir pêketin û şewitîn.

K24- Hewlêr

Ajansa Nûçeyên Royterz ji mêdyayên Îranî veguhaztî ye, agireka mezin bi bendrê Bûşehir a Îranî ketîye û bi wê sedema sê gemîyên  li wê benderê rawestabûn agir pêketin û şewitîn.

Di vî bwarî de ajansa Îrana ya Îranî belav kirîye, bi kêmî ve sê gemî li wê benderê şewitîn e.

Ajansê ji zardevê  Cîhangîr Dehganaî, serokê Rêkxistîya kirîzan li kerta Bûşehir veguhazîye, Agir bi hewza duriskirina gemîyan ketî ye û hewladan bo kontirolkirina agirî berdewam in.

Heya niha ti zanyarîyek derbarê sdema agir pêketinê nehatî ye belavkirin.

Ev di demekê de ye, mêdya amaje bi wê yekê dikin, ku di evan dawîyan de agir bi gelek cihan ketine li Îranê û teqîn jî rûdan e û heya niha nehatîye zanîn ev bûyerên hanê destkirdin û alîye li pişte yan bûryerên suriştî ne.