Zîndanîyekî li Kelar bi Koronayê canê xwe ji dest da
Li girtîxane ya Kelar, girtîyek, ku helgirê Vayrosa Koronayê bû, canê xwe ji dest da
K24- Germîyan
Li girtîxane ya Kelar, girtîyek, ku helgirê Vayrosa Koronayê bû, canê xwe ji dest da
Nûçegehanê Kurdistan 24 li Germîyan ragehand, ew kesê canê xwe ji dest daye, xelkê qeza ya Kifrî ye û heya evro li Germîyan, 43 kesan bi sedema tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane.
Derbarê rewşa zîndanan û bi taybetî zîdanên jêr desthelata hikumeta Bexdayê, ji destpêka evê mehê ve, Komisyona Bilinda Mafên Mirov li Îraqê hoşdarî da û ragehand, bi sede,a Koronayê renge karesatên mirovî li zîdnanên Îraqê rû bidin.
Samir Şemmerî, endamê wê Komisyonê ragehand, Pêwîste hikumeta Îraqê û alîyên taybetmend bilez karekî bikin û rêkarên pêwîstên xweparêzîya tenduristî di navendên desteserkirinê û zîndanan de bigre ber.
Got jî: li gor wan raportên tîma komisyona me amade kirine, li zîndanên Îraqê Korona belav bûye û karesateka mirovî çaverê wan dike.
Ev hoşdarîya Komisyonê piştî wê yekê hat ku berî rojekê, rêveberê tenduristîta Kerx li bajarê Bexdayê, Casib Hicamî daxwaz kiribû, wan zîndanîyan azad bikin ewên ku metirsîyê li ser jîyana civakê furist nakin.