Li Silêmanîyê 11 kesên din bi Koronayê canên xwe ji dest dan

Li gor raporta pizîşkî ji nexweşxaneyên Silêmanîyê, evro 11 kesên din bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane û ji evê hejmareyê 8 ji wan rûniştvanên nav bajêrê Silêmanîyê ne û 3 jî xelkên derdorê bajêrî ne.

K24- Silêmanî

Di evî bwarî d,e Ebdullah Ehmed, cêgirê rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê û serkê tîma veşartina termên qurbanîyên Vayrosa Koronayê ragehand,   Em hewe diltenah dikin ku amarên me li raporta pizîşkî û nivîsarên fermî yên wan nexweşxaneyane ku qurabanî têda canê xwe ji dest dane yan jî pişkinîna dawîyê têde hatîye bo hatîye kirin.

Got jî, lew belavkirina amaran tenê bi armanca zêdetir pabendbûna hevwelatîyane bi rênimayîyê xweparêzîyê û ti armanceka dî me nîne û em naxwazin tirs û lerzê bo hewe durist bikin.