Wezareta Çandinê hînana çend berhemên çandinî ji derve qedexe dike
Wezareta Çandinê ya hikumeta Herêma Kurdistanê birîyara qedexekirina çend berhemên çandinî ji derve ya welat qedexe kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Çandinê ya hikumeta Herêma Kurdistanê birîyara qedexekirina çend berhemên çandinî ji derve ya welat qedexe kir.
Li gor nivîsara Wezareta Çandinê, bi armanca paraztina berhemên cotyarên navxwe, biryar hatîye dan, ji 1ê, Tebaxê, 2020ê ve, hînana van berheman ji derve ya welat bihên qedexekirin: Hinar, Hijîr, Sêv, Zebeş, Petate, Xeyar û hingvîn.
Herweha di wê nivîsarê de hatîye, her rêzeka Eleweyan ev berhêmêm derve têde bihên dîtin, Ew rêz hemû dê bihên sizadan û daxistin bo dema hefteyekê.
