Zêdetir ji 9 hezar yekeyên akincîbûnê bo kirêçîyan dihên avakirin

Zêdetir ji 9 hezar yekeyên akincîbûnê bo hevwelatîyan û kirêçîyên Herêma Kurdistanê dihê avakirin. Gotebêjê Wezareta Avedankirinê û akincîkirinê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê dibêje, wezareta wan sesrperiştîya wan yekeyan dike û bi wekhevî bi ser kirênişînan dabeû dike û hemû Herêma Kurdistanê jî vedigire.

K24- Hewlêr

Merîwan Mela Hesen, gotebêjê Wezareta Avedankirinê, amaje bi wê yekê jî dide, pişkek ji wan yekeyên akincîbûnê karên wan temam bûne, hinek ji wan jî 65-95% karên wan hatine temem kirin. Ew yeke bi ser hevwelatîyên kêm dahat û kirêçîyan dihêne dabeşkirin. Mîkanîzma dabeûkirina wê jî bi serperiştîya  komîteyeka bilind dibe û tîrûpişk bo navan dihêne kirin.

Hevdem Mehmûd Îsamayîl, serokê liqa Hewlêrê ya Komele ya Kirêçîyan tekez dike, zêdetir ji 9 hezar kirêçî, navên wan li komele ya kirêçîyan hatine tomarkirin. Bi temambpna evan yekeyan hejmara kirêçîyên Herêma Kurdistanê kêm dibe. ew kirêçîyên hejî ewê yekê ne, evan yekeyan wergirin di Komeleyê de hatine polînkirn û hewil didin hemû kirêçîyek mafê xwe temam wergire.

Ew yekeyên hanê bi temamî li ser bajar û parêzgeh rêveberîyên serbixwe hatine dabeşkirin, niha bi sedema kirîza darayîyê û derde Koronayê karkirin di wan yekeyan de hatine rawestandin, Wezareta avedankirinê piştî asayîbûna rewşê, ewên nehatine temamkirin, dê bihên temamkirin û ewên karên wan jî temam bûne, bi wekhevî dê bihên dabeşkirin.