Li devera Raperîn 29 pêketiyên Koronayê bûn

Li gor amarên Rêveberiya Tendirustiya Raperîn, 29 pêketiyên Koronayê li wê deverê baş bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor amarên Rêveberiya Tendirustiya Raperîn, 29 pêketiyên Koronayê li wê deverê baş bûne.

Rêveberiya Tendirustiya Raperîn di daxuyaniyekê de ragihand, 29 pêketiyên Koronayê li devera Raperîn baş bûne, bi vê yekê jî, hejmara pêketiyên baş bûne, gihîştiye 99 kesan.

Tendirustiya Raperînê daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênimayên xweparêziyê bibin û xwe û malbatên xwe biparêzin û ji bo derbaskirina vê rewşê jî hevkar bin.

Ev di demekê de ye, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 10 hezar û 114 kesan, ji wan 370 kesî canê xwe jidest dane û 5 hezar û 482 kes jî baş bûne.

 

S. B