Li Kerkûk û bexdayê hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Artêşa Iraqê kuştina 6 çekdarên DAIŞê û desteserkirina 3 çekdarên din li navçeyên cuda ên Iraqê ragihand. Li çiyayê Qereçoxê jî 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Iraqê kuştina 6 çekdarên DAIŞê û desteserkirina 3 çekdarên din li navçeyên cuda ên Iraqê ragihand. Li çiyayê Qereçoxê jî 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berdevkê Artêş Iraqê Lîwa Yihya Resûl îro di daxuyaniyekê de ragihand, Hêzên Dijeterorê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewetî li geliyê Çayê başûrê Kerkûkê 6 çekdarên DAIŞê kuştin.
Da zanîn jî, Hêzên Dijeterorê karîn li navçeya Ebo Xerîb li rojavayê Bexdayê, 3 endamên toreke teroristî ya ser bi DAIŞê ve desteser bikin.
Lîwa Yihya Resûl ragihand jî, Dezgeha Hewalgîriya Iraqê di operasyonekê de waliyê Bexdayê yê DAIŞê Omer Şelal Ubêd û berpirsê ragihandinê Leys Cemal û cîgirê wî Ebo El Beraa kuştin.
Ji aliyekî din ve, li çiyayê Qereçox di êrîşeke firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de, 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
S. B