Li Ormiyê 5 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan
Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 5 pêketiyên vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 5 pêketiyên vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Serokê Zanîngaha Bijîşkî ya Ormiyê Cewad Aqazade ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 469 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û tê gûmankirin jî 395 kesên din bi wê vîrusê ketibin.
Herwiha Cewad Aqazade da zanîn, di 24 demjimêrên bûrî de jî 5 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, heta niha li parêzgeha Ormiyê 604 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.
Li gor amaran, li Rojhilatê Kurdistanê heta niha dora ji 1 hezar û 500 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane û piraniya qurbaniyan jî li parêzgeha Ormiyê ne.
S. B