Li Hewlêrê pêketiyên Koronayê dermanê Rûsî dibin
Îro ew derman li ser nexweşxaneyan tê belavkirin û ji bo nexweşan tê dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku dermanekî Rûsî yê li dijî vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hat pesendkirin, îro ew derman li ser nexweşxaneyan tê belavkirin û ji bo nexweşan tê dayîn.
Rêvebirê Derman û Pêwîstiyên Bijîşkî di Rêvebertiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê de Dr. Şêrwan Hemedemîn ji K24ê re ragihand, “Duhî êvarî bireke baş ji wê dermanê Rûsî bi riya kampanyayên navxweyî yên wî dermanî berhem tînin gihîşt destê me. Îro derman li nexweşxaneyên taybet bi pêketiyên Koronayê li Hewlêrê tê belav kirin”.
Dr. Şêrwan Hemedemîn got jî: Ew birê derman di qonaxa yekem de ji me re hatiye, bireke baş e û têra hezar nexweşî dike, di demekê de niha li parêzgeha Hewlêrê nêzîkî 250 nexweş pêwîstiya wan bi vî dermanî heye.
Tekez kir jî, îro wî dermanê li dijî vîrusa Koronayê li nexweşxaneyan tê belav dikin û didin nexweşan.
Hefteya bûrî, dermanê dijevîrus (Favipiravir) ji bo çareserkirina pêketiyên Koronayê ji aliyê kompanyayeke navxwe ya Herêma Kurdistanê hat berhemanîn û piştre jî, Wezareta Tendirustiya Iraqê ew derman pesend kir. Ew derman li gor rêkeftina di navbera Iraq û Rûsyayê de, li Herêma Kurdistanê hat berhemanîn.
S. B