2 pêketiyên Koronayê li Hewlêrê canê xwe jidest dan
Li Hewlêrê 2 pêketiyên vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Hewlêrê 2 pêketiyên vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Jêderekî ji Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê ji K24ê re ragihand, îro 2 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneyên Hewlêrê canê xwe jidest dan.
Ev di demekê de ye, îro Rêvebirê Derman û Pêwîstiyên Bijîşkî di Rêvebertiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê de Dr. Şêrwan Hemedemîn ji K24ê re ragihand, dermanê Rûsî yê li dijî vîrusa Koronayê yê li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn, îro li nexweşxaneyan tê belav kirin û nexweş jî wî dermanî werdigirin.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 10 hezar û 114 kesan, ji wan 372 kesî canê xwe jidest dane û 5 hezar û 482 kes jî baş bûne.
S. B