Di pirsa mamosteyê Kerkûkê yê kelepçekirî de, Mesrûr Barzanî ziyana darayî lixwe digire

Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê derbarê kelepçekirina mamosteyê Kerkûkê de ragihand, ew pêdaçûnê di wê dosyê de dikin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê amûreya hatiye şikestin qerebû dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê derbarê kelepçekirina mamosteyê Kerkûkê de ragihand, ew pêdaçûnê di wê dosyê de dikin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê amûreya hatiye şikestin qerebû dike.

Roja 13ê vê mehê pêketiyeke Koronayê bi navê Mona Îsmaîl ji ber nemana Oksicînê canê xwe jides da, di dema wê bûyerê de hevjînê wê Mihemed Kerîm ku mamoste ye bi textê wê ve tê kelepçekirin û hevjîna wî li ber çavan canê xwe jidest dide. Rêveberiya Nexweşxaneyê wî bi şikandina amûreyeke bijîşkî tomarbar dike. Wê bûyerê jî karvedaneke mezin li dû xwe anî.

Di wê derbarê de Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Heme Seîd Salih di daxuyaniyekê de ragihand, piştî wê bûyerê, wî pêwendî bi Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Federal a Iraqê re kir û wan ew dosya gihandin Wezîrê Tendirustiyê ya Iraqê û wî jî biryara lêkolîneke cidî di wê derbarê de daye.

Wezîrê Perwerde tekez kir, ew berdewam dibe bi lêkolînkirina di wê bûyerê de û bi her awayî piştevaniyê li wî mamosteyî dike û heger mamoste Mihemed kerîm dosyeke yasayî tomar bike, ew dîsa piştevaniyê jê re pêşkêş dikin û çi tiştê pêwîst be jî dikin.

Wezîrê Perwerde di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ji mamoste Mihemed û malbata re dibêjim, ji bo dana ziyana darayî ya wê amûreyê bijîşkî ya şikestî jî ew bi tenê nabin û Birêz Mesrûr Barzanî ziyana darayî ya wê amûreyê lixwe digire.”

 

S. B