3 gerîlayên PKKê li Heftanînê hatin kuştin

3 gerîlayên PKKê di êrîşeke esmanî ya firokeyên Tirkiyê de li Heftanînê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

3 gerîlayên PKKê di êrîşeke esmanî ya firokeyên Tirkiyê de li Heftanînê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de da zanîn, di êrîşeke esmanî ya firokeyên Tirkiyê de di çarçova operasyonekê de, li devera Heftanînê li Başûrê Kurdistanê, 3 gerîlayên PKKê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de tekeziyê li ser berdewamiya operasyona xwe ya serbazî li navçeyê kiriye.

Heta niha ji aliyê PKKê derbarê vê nûçeyê de ti daxiyanî nedaye.

Mehek e operasyona artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdisanê berdewam e û ji encama şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, ziyanên mezin gihîştine xelkê wê deverê û hejmarek mezin ji gundan jî vala bûne.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Zaxo, duhî nêzîkê 100 topên Tirkiyê li derdora 3 gundên nahiya Batîfa ketine.

 

S. B