Li Iraqê 90 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dane

Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên bûr de, 90 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.

K24  - Navenda Nûçeyan

Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên bûr de, 90 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de balav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 281 pêketiyên vîrusa Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê dawî amarên Koronayê belav kirin û diyar kir, di 24 demjimêrên bûrî de 90 kesan bi wê vîrusê canê xwe jidest dane, ji wan 7 kes li bajarê Silêmaniyê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Iraq û Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîştiye 86 hezar û 148 kesan, ji wan 54 hezar û 316 kes baş bûne û 3 hezar û 522kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B