Li qeza ya Soran û Rewandizê 26 kes tûşî Koronayê bûn

Qaymeqamê qeza ya Soran ragehand, li sinûrê herdû qezayên Soran û Rewandizê 26 kesên din bi Vayrosa Koronayê ketin.

K24- Soran

Qaymeqamê qeza ya Soran ragehand, li sinûrê herdû qezayên Soran û Rewandizê 26 kesên din bi Vayrosa Koronayê ketin.

Bi sedema ku Tenduristîya Soran serperiştîya helemeta berengabûna Koronayê dike li sinûrê herdû qezayên Soran û Rewandizê dike, amar ji alîyê qymeqamê Soran ve dihên ragehandin.

Kirmanc Îzet di rûpela xwe ya Fêsbûkê de, balv kirîye, di 24 demjimêrên burî de, 83 pişkinîn hatine kirin û 26 kes wek tûşbûyên Koronayê hatine destnîşankirin.

Xuya jî kir, ew 26 kes, 13 xelên qeza ya Rewadizê ne û 13 jî xelkên qeza ya Soranê ne.