Mesrûr Barzanî Pêşwazî li Lodiryan kir

Mesrûr Barzanî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir,li wezîrê derve yê Firansayê û herdû alî civîyan.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir,li wezîrê derve yê Firansayê û herdû alî civîyan.

Evro li Pîramam, Meserûr Barzanî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir,  li wezîrê derve yê Firansayê Jan Êv Lodiryan û şanda pê re.

 Di civînê de, her yek ji Qubad Talebanî, cêgirê serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî, berpirsê peywendîyên derve yê hikumetê amade bûn.

Lodiryan bo cara heştema serdana Herêma Kurdistanê dike û çar caran wek wezîrê berevanîyê serdana Hewlêrê kirîye û ev jî çarem care wek wezîrê derve serdana Herêmê dike.

Her evero li gel serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî civîya û piştî civînê kongireyeka rojnamevanî lidarxistin.

Lodiryan xwe bi piştîvanê Herêma Kurdistanê dizane û di kongireyeka rojnamevanî de, ku evro li gel serokê Herêma Kurdistanê encam da, got: Ez hatime piştîvanî  û hevsozîya xwe bo Herêma Kurdsitanê tekez bikin