Nêçîrvan Barzanî û Lodiryan civîyan

Serokê Herêma Kurdistnaê, Nêçîrvan Barzanî, evro Heynîyê pêşwazî kir, li wezîrê derve ya Firansayê, Jan Êf Lodiryan û herdû alî bi hev re civîyan.

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistnaê, Nêçîrvan Barzanî, evro Heynîyê pêşwazî kir, li wezîrê derve ya Firansayê, Jan Êf Lodiryan û herdû alî bi hev re civîyan.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Lodiryan kongiryeka rojnamevanî encamdan. di wê kongireyê de, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê got: Serdana Lodiryan di demaka Hestyar de ye,  ku Herêma Kurdistanê û Îraq ji dest Koronayê dinalin  û ev serdan bo me ya girinege û nîşaneya piştîvanîya Firansa ye. Supasiya Firansa dikin  ku tim piştîvana Herêma Kurdistanê bûye.

Got jî, li 2017yê, Firansayê kirîza sîyasî li ser Herêma Kurdsitanê şikand û serok Makron di wê çarçoveyê de roleka mezin hebû. Li şerê Daişê jî, Firansa piştgîrî û roleka mezin hebû bo Herêma Kurdistanê û hêj Herêma Kurdistanê û Îraqê jî pêwîstî bi hevkarîya Firansayê heye.

Nêçîrvan Barzanî got jî, Lodiryan wek dostekê Kurdistanê, rolek giring hebûye li pêşxistina peywendîyên Hewlêr û Parîsê, çi wek wezîrê berevanîyê çi wek wezîrê derve.

Amaje bi wê yekê jî kir, kompanya yên Firansa dikarin di hemû bwaran de, weberhînanê li Herêma Kurdistanê bikin.

Li beranber Jan Êf Lodiryan got: Ev heştem serdana min e bo Herêma Kurdistanê, çar caran wek wezîrê bervanîyê hatim e, ev çar carin  jî, wek wezîrê derve serdana vir dikim û ev yekem seredane dikim bo Rojhelata Navîn piştî serheldana Koronayê  .

 Got jî: Serdana min bo derbirîna piştîvanî û hevsozîyê ye. di rojên dahatî de, pêdawîstîyên pizîşkî dibexşin Heerêma Kurdistanê. Herweha ez hatime bo piştvanîyê li Herêmê  bo berengarbûna Daişê.

Xuya jî kir, li kempa Berdereş gelek karên giring di bwarê perwerde û tenduristîyê de hatine encamdan û li rojên dahatî alîkarîyan digehinin nexweşxane ya Helebce û bi hevahengî li gel Elmaniya pirojeyeka giring a avê li parêzgeha Duhokê encam didin. Kompanyayên me jî, berdewam dibin û ev sal xwîndkarekê Kurd ku bavê wî şehîdê destê Daişê ye, bakaloryos li Firansayê temam kir û ev dawî xwîndkar jî nabe.