Lodiryan li gel serkê Herêm û serokê hikumetê dicive

Biryare evro wezîrê derve yê Firansayê Jan Êf Lodryan li gel serok Mesûd Barzanî, serokê Herêmê û serokê hikumeta Herêma Kurdistnê bicive.

K24- Hewlêr

Biryare evro wezîrê derve yê Firansayê Jan Êf Lodryan li gel serok Mesûd Barzanî, serokê Herêmê û serokê hikumeta Herêma Kurdistnê bicive.

Lodiryan şeva burî gehişte Hewlêr a paytext û ji alîyê Qubad Talebanî, cêgirê serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê hate pêşwazîkirin.

Duhî Lodryan serdan Bexdayê kir û li Gel Fûad Husên wezîrê derve yê Îraqê civîya.  Piştî civînê jî kongireyeka rojnamevanî ya hevpişk encamdan.

Di kongireyê de, Fûad Husên, wezîrê derve yê Îraqê stayîşa rola Firansayê kir li hevkarîkirina Îraqê li şerê dijî Daişê û hêvî xwazat ev hevkarêyên hanê berdewam bin.

Herweha aşkera kir, ku pirsa çarenivîsa zîndanîyên Daişê li Îraqê gênegeşe kirin.

Herweha Lodiryan got: Niha amaje heye ku dişê careka dî xwe rêkdixe li Îraq û Sûriyê, le nabe em li bernaber evî dijminê hevpişik rijt nebin, çima ku şerê dijî Daişê hewleke hevpişke û em jî li gel hevpeymanan hevahengin û armanca wê hevpeymanê jî ewe, ku rûbirûyê Daişê bibe, nabe bi ti awayekê, em xwe ji evê armancê dûr bixin.

Herweha Lodiryan got: Yek ji armancên din ya Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê, rêzgirtine li serwerîa axa Îraqê, ev jî cihê danûstandinê nîne, le nabe ti alîyek serwerîa axa Îraqê bipîbike, çunku serwerîya axa Îraq, anku wataya wê paraztina asayîşa Îraqîuane.

Herweha got, hevdem divê Îraq sîyastekê peyrew bike ku xwe dûr bike ji girjî û alozîyên deverê.