Li Iraqê 2023 kesên din bi Koronayê ketin

Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên bûr de, 94 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên bûr de, 94 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de balav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 23 pêketiyên vîrusa Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir, di 24 demjimêrên bûrî de 94 kesan bi wê vîrusê canê xwe jidest dane û 2 hezar 179 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Iraq û Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîştiye 88 hezar û 171 kesan, ji wan 56 hezar û 495 kes baş bûne û 3 hezar û 616 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B