Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê pêwendiyê dualî û rewşa navçeyê guftûgo kirin
Wezîrê Derve yê Fransayê bi navê Serokê Emmanuel Macron, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwand Fransayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir. Di civîna di navbera wan de, Wezîrê Derve yê Fransayê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwand Fransayê.
Derbarê hûrgiliyên civîna di navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian de, Ragihandina Hikûmetê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat: “Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî amade bû, rewşa Iraq û navçeyê û girîngîpêdana bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de hatin guftûgokirin.
Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand: Hatime ji bo piştgîriya welatê xwe ji Herêma Kurdistanê re dupat bikim, bi taybet di van rojên dijwar de. Got jî: Fransa ji bo hevkariya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re amade ye, ji îro ve jî pisporên Fransayê amade ne hevkariyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin, di warê çandiniyê û derbaskirina qeyrana aborî de. Wezîrê Derve yê Fransayê herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwand ji bo di derfeteke guncaw de serdana Fransayê bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya rola dîrokî ya Fransayê di piştevaniya gelê Kurdistanê de kir. Piştre Serok û Cîgirê Serokê Hikûmetê ronî xistin ser derencamên guftûgoyên bi Hikûmeta Federalî û hewlên çareserkirina wan pirsgirêkan.
Serokê Hikûmetê amaje bi wê da, ku civaka navdewletî û bi taybet Fransa dikare rola xwe ya erênî di nêzîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de bigire, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê. Got jî: Me daxwaza ti tiştekî li dijî destûra Iraqê nekiriye û her tiştekî jî red dikin, heger ji mafên me yên destûrî kêmtir be.
S. B