Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata Şêx Seyfullah Ensarî dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Şêxê Terîqeta Neqşebendî li Bakurê Kurdistanê Şêx Seyfullah Ensarî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Şêxê Terîqeta Neqşebendî li Bakurê Kurdistanê Şêx Seyfullah Ensarî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de serxweşî li siyasetvanê naskirî yê Bakurê Kurdistanê Haşim Haşimî kir, bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya olî û Şêxê Terîqeta Neqşebendî li Bakurê Kurdistanê û xezûrê wî Şêx Seyfullah Ensarî.
Serokê Hikûmeta Herêmê hevxemiya xwe bi malbata Şêx Seyfulah Ensarî re ragihand û hêvî xwast xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê bi kesûkarên wî bibexişe.
Yek ji Rêberên Terîqata Neqsbendiyên Bakurê Kurdistanê Şêx Seyfullah Ensarî duhî li Diyarbekirê koça dawî kiribû.
S. B