HDPê bi partiyên siyasî re çalakiya “bi hev re ji şer û feqîriyê re na!” lidar xist

Di çalakiyê de, rêvebirên partiyên siyasî, rexne li polîtîKayên şer û tundî yên tifaka desthilatdariya Tirkiyeyê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya DemokratîK a Gelan HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenter û rêvebirên HDP’ê, bi partî û saziyên ku hevkarî dikin re, li Diyarbekirê çalakiya ‘bi hevre ji şer û feqîriyê re na!’ lidar xistin û daxuaynî belav kirin.

Di çalakiyê de, rêvebirên partiyên siyasî, rexne li polîtîKayên şer û tundî yên tifaka desthilatdariya Tirkiyeyê kirin û bang û daxwaz kirin ku wê siyasete bi polîtîqayên aştiyane û dadwerî re biguhêrin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî da zanîn ku dadwerî û hiqûq têk çûye, tundî û destdirêjiyên li ser jin û zarokan her roj zêde dibin, aborî di asteke têkçûnê de ye û civak di nav hemû pirsgirêkan de di rewşeke xirab de ye, lê desthilatdariya Tirkiyeyê hêj jî, polîtîkayên ku bûne sedema vê rewşê zêdetir dike.

Bûldan bal kişand ku serdema pêvajoya aştî û çareseriyê di meriyete de bû, mirin çênedibûn û geşbîniyeke giştî ya civaka Tirkiyeyê çê bûbû. Bûldan da zanîn ku dê ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêkhatina aştiyê rêzeçalakiyên xwe bidomîni.

Çalakî bi kurtemeşekê destpê kir û bi axaftinên rêvebirên partiyên siyasî bi dawî hat.

 

S. B