HSD qonaxa duyem li dijî şaneyên DAIŞê ragihand
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destpêkirina qonaxa duyemîn a ‘Pêngava Tunekirina Terorê` ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazorê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destpêkirina qonaxa duyemîn a ‘Pêngava Tunekirina Terorê` ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazorê ragihand.
Îro Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî ku li ser malpera xwe weşand, destpêkirina qonaxa duyemîn a pêngavê ragihand.
Di daxuyaniya HSDê de hat: "Hêzên me vê sibehê 17`ê Tîrmeha 2020`an qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazorê dan destpêkirin.
Pêngava me li ser daxwaza şênî û rûspiyên êlên herêmê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê yên ku ewlehiya herêmên Dêrazorê binpê dikin, hat. Bi taybet piştî ku êrişên DAIŞ`ê li dijî sivîlan zêde bûn.
Yekîneyên Antîterorê, hêzên Koalîsyona Navdewletî tev li vê pêngavê dibin tevî piştevaniya asîmanî. Ev pêngav dê heta pêkanîna armancên ku fermandariya giştî diyar kirine, berdewam bike.”
S. B