4 pêketiyên Koronayê li Silêmaniyê canê xwe jidest dan

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê mirina 4 kesên din bi vîrusa Koronayê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê mirina 4 kesên din bi vîrusa Koronayê ragihand.

Cîgirê Rêverbirê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Ebdula Sengawî diyar kir, îro 4 pêketiyên Koronayê li Silêmaniyê canê xwe jidest dan.

Got jî: 2 qurbanî xelkê Silêmaniyê ne, yek ji qezaya Dokan e û yê din jî ji bajarê Çemçemalê ye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 10 hezar û 265 kesan, ji wan 385 kesî canê xwe jidest dane û 5 hezar û 600 kes jî baş bûne.

 

 

S. B