Di hêrişeka çekdarî de, fermandarekê serbazî yê pile bilindê Îraqî hate kuştin

Şane ya Ragehandina Ewlehîyê li Îraqê ragehand, di hêrişeka çekdarî de, li bakûrê Bexdayê fermandeyekê serbazî bi pile ya Emîd Rukin û çar serbazên din duhî birîndar bûn.

K24- Hewlêr

Şane ya Ragehandina Ewlehîyê li Îraqê ragehand, di hêrişeka çekdarî de, li bakûrê Bexdayê fermandeyekê serbazî bi pile ya Emîd Rukin û çar serbazên din duhî birîndar bûn.

Di ragehandinekê de Şane ya Ragehandina Ewlehîyê aşkera kir, di hêrişeka teroristî de bo ser otombêleka serbazî ku li nahye ya Bin Sîna ser bi qeza ya Tarimîye li bakurê Bexda hate encamdan.

Amaje bi wê yekê jî daye,  di encama wê hêrişê de, Emîd Rukin, Elî Hemîd Xêdan, fermandarê lîwa ya 59 ya supayê Îraqê hate kuştin û çar serbaz jî birîndar bûn.

Mêdya yên Îraqî amaje bi wê yekê didin, ku ew hêriş ji alîyê çekdarên Daişê ve hatîye encamdan.