Ruhanî: 25 milyon Îranî bi Koronayê ketine

Serokê Îranê, Hesen Ruhanî, evro Şembîyê, li civîna Komîteya Niştîmanî bo Berengarbûna Koroanyê aşkera kir, wî raportek ji Wezareta Tenduristîyê pêgehiştîye, têde mezinde dike ku 25 milyon Îranî bi Vayrosa Koronayê ketine.

K24- Hewlêr

Ruhanî got jî: Li gor wê raportê, renge 30 heya 35 milyon hevwelatîyên din jî li Îranî bi Koronayê bikevin.

Serokê Îranê ragehand jî, 500 kes ji her hezar hevwelatîyên bi Koronayê ketine nîşanên nexweşîyê li wan dernakevin.

Ruhanî amaje bi wê yekê jî kir, ku di dema 150 rojên burî de ji belavbûna Vayrosa Koronayê nexweşxaneyan pêşwazî li 200 hezar nexweşan kirine. Hoşdarî jî da, ku ev hejmar di dema dahatî de, dû caran bernber dibe û divê em di nexweşxaneyan de, xwe bo xirabtir amade bikin.

Lo gor data yên fermî, Îranê heya niha 270 hezar haletên pêketinê bi Koronayê û 13,791 haletên mirinê tomar kirine.