Îran Sindûqa Reş radestê Firansayê dike

Desthelatdarên Îranê evro ragehandin, ku Sindûqa Reşa wê firokeya Okranî ya li nêzîk Tehranê Tehranê wan xistin xwarê li meha Kanûna Dûyema bûrî, radestê Firansayê kirin e.

K24- Hewlêr

Desthelatdarên Îranê evro ragehandin, ku Sindûqa Reşa wê firokeya Okranî ya li nêzîk Tehranê Tehranê wan xistin xwarê li meha Kanûna Dûyema bûrî, radestê Firansayê kirin e.

Harîkarê weîzrê derve yê Îranê bo karûbarê yasayî, Mihsin Beharwend tekez kir, duhî êvarîya Heynyê, hejmareka berpirsên firokevanî sivîl a Îranî li gel dadwerekî Sinduqa Reş veguhaztin bo Parîsê, daku li Dûşmbîya dahatî pispor datayên şirove bikin.

Wî dîpolomatkarê Îranî, supasîya hikumeta Firansayê jî kir, beranber haîrkarî wê di vî bwarî de.

Firokeya Okranî ya helgira sivîlan ji cor Boyîng, piştî demeke kêm ji firîna wê ji firokexane ya Tehranê hat têkşkandin li 8ê meha Kanûna Dûyema bûrî. Di encam de, 176 kes ku di nav wê firokeyê de bûn; tevaya wan canên xwe ji dest dan û kes rizgar nebûn.

Piştî çend rojan ji wê bûyerê, Îran Îtîraf kir, ku ew firoke bi şaşî bi mûşekeka Îranî li dema firîna wê firokeyê bi ser bingeheka serbazî ya supayê pasdran re li hatîye têkişanidin.