Cêgirê parêzgeha Hewlêrê behsê qedexeya hatinûçûnê dike di navbera parêzgehan de
Hêmin Qadir, cêgirê parêzgarê Hewlêrê bi Kurdistan 24 re ragehand, piştî nîvro ya evro, jûra Operasyonan dê bicive û çend biryarên nû dê bide.
K24- Hewlêr
Hêmin Qadir, cêgirê parêzgarê Hewlêrê bi Kurdistan 24 re ragehand, piştî nîvro ya evro, jûra Operasyonan dê bicive û çend biryarên nû dê bide.
Ragehand jî, rêkarên ser dukandar û kasibkaran dê tundtir bibin, çunku rojane bi sedema pabendnebûnê bi rênimayîyan serpêçîyên wan dihên tomarkirin.
Derbarê qedexe ya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de got: Civata Wezîran biryar daye qedexe ya hatinûçûnê heya demeka nedîyar berdewam be. Em jî pabendin bi wê birîyarê.
Amaje bi wê yekê jî kir, asanî bo wan kesan hatîye kirin, ewên dewama wan li derve ya Hewlêrê ye û daxwaz ji wan hatîye kirin dewama wan li gor rewşê rêk bikin.
Derbarê vekirina holên werzişî û çend cihên din yên giştî, cêgirê parêzgarê Hewlêrê got: Evro piştî nîvro, civînê dê bihêt encamdan û biryar derbarê guhertina rêkaran dê bihêt dan.
Aşkera jî kir, piştî vekirina firokexaneyan û destpêkirina geştan, hemû wan rênimayî û encamdanên pişkinînan aşkera dikin ku divê geştyar pê re pabend bin.