Wezareta Tenduristîya Îraqê nûtirîn amarên halatên Koronayê belav kir
Wezareta Tenduristîya Îraqê tûşbûna 2,049 kesn û can jidestdana 75 kesên din bi Vayrosa Koronayê ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê tûşbûna 2,049 kesn û can jidestdana 75 kesên din bi Vayrosa Koronayê ragehand.
Tenduristîya Îraqê amaje bi wê yekê jî kirîye, di dema 24 demjimêrên burî de 1,997 kes jî ji nexeşîya derde Koronayê baş bûne.
Li gor dawî amar, tomarkirina haletan tûşbûnê bi Koronayê li parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê kêm bûne ku 33 û 42 halet di wan dû parêzgehan de hatine tomarkirin.
Herweha zêdetirîn halet li Bexda, Necef, Besre Babil, Zîqar û Mîsan hatine tomarkirin.
Bi vê amara nû hejmara tûşbûyan li Îraqê gehişte 90 hezar û 220 kesan. Ji evê hejamreyê jî, 58 hezar û 492 kes baş bûne û sê hezar û 691 kesan jî canên xwe ji dest dane.