Li Îranê 188 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 188 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 188 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 166 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 188 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 271 hezar û 606 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 13 hezar û 979 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 223 hezar û 300 nexweşên Koronayê baş bûne.
S. B